Xwezaya Efrînê dişewite

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwezaya çiyayê Efrînê ya gundên Meydana dişewitînin.

Xwezaya Efrînê dişewite
28 tîrmeh 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek xwecih ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi fermana MÎT’a Tirk agir berdan derdora çiyayê bajarê Racoyê yê Efrîn e.

Çavkanî diyar kir ku şewatê gundên Meydana, çiyayê Koso û zeviyên çandiniyê yên welatiyan jî daye ber xwe.

Li gorî heman çavkanî, welatî bi hemû rêbazan hewl didin agir vemirînin, lê şewat hîna dewam dike.

(bb)