Serokkomarê nû yê Îranê dest bi kar kir

Bi beşdarbûna bi dehan serokên welatan û amadebûna 70 şandeyan merasîma sondxwarin û dest bi karkirina Serokkomarê Îranê yê nû hatî hilbijartin Mesûd Pizişkiyan destpê kir.

Serokkomarê nû yê Îranê dest bi kar kir
28 tîrmeh 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Serokatiya Encûmena Îslamî ya Îranê Elî Reza Selîmî di derbarê tedbîr û amadekariyên ji bo merasîma sondxwarinê û dest bi karkirinê ya Serokkomarê Îranê yê nû hatî hilbijartin Mesûd Pizişkiyan de ji medya navxweyî re axivî.

Elî Reza Selîmî ragihand ku biryare îro li Tehranê merasîma sondxwarin û dest bi karkirinê ya Serokkomarê Îranê yê nû hatî hilbijartin Mesûd Pizişkiyan were lidarxistin.

Her wiha Reza Selîmî da zanîn ku wê 10 serok û şandeyên li gel, 15 şandeyên serokên parlamentoyên welatan, 16 şandeyên bi serokatiya cîgirên serokomaran, cîgirên serokwezîr û cîgirên serokên parlamentoyan, 17 şande bi serokatiya nûner û balyozên sekreterê giştî û 12 şandeyên bi serokatiya balyozên pejirandî, beşdarî merasîmê bibin.

Merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan li Encûmena Şêwirê ya Îslamî ya Îranê ya li Tehranê, beriya demekê destpê kir.

Hêjayî gotinêye ku di 19’ê Gulana îsal de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezayek ya helîkopterê de mir. Piştî wê di 28’ê Hezîranê de ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Îranê hilbijartin hate lidarxistin. Di tura yekem de kesê rêjeya pêwîst ya sediya dengan bi dest ne xist û Mesud Pizişkiyan û Seîd Celîlî derbazî tura duyem bûn. Di encama tura duyem ya hilbijartina Serokkomariya Îranê ya 5’ê Tîrmehê hatî lidarxistin de, Mesûd Pizişkiyan bi 16 milyon û 384 hezar û 403 dengan bi serketibû.