Kongra Star cezayên darvekirinê yên li dijî jinan şeremzar kirin
Kongra Star bertek cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li dijî rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî biriye şermezar kir û destnîşan kir ku serhildana li Rojhilatê Kurdistanê wê bibe bingeha yekitiya jinên cîhanî.
![Kongra Star cezayên darvekirinê yên li dijî jinan şeremzar kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66a610c4554f7.jpg)
Rejîma Îranê 4’ê Tîrmehê cezayê darvekirinê li parêzvanên mafên jinan çalkavan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birîbû. Der barê mijarê de Meclisa Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî bi tundî hat şermezarkirin. Hate gotin, bi sedan jinên ji bo azadiya xwe tê dikoşin di girîgehên rejîmên Îran û Tirkiyeyê de hatine ragirtin û îşkence li wan tên kirin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê hat kirin û hate gotin, şoreşa keziyan ku li Îranê dest pê kiriye îsbat kir ku sedsala 21’an sedsala jinan e.
Di dewama daxuyaniyê de serhildana Rojhilatê Kurdistanê wekî "Berdewama şoreşa jinan e dê bibe bingehê avakirina yekitiya jinên cîhanî" hat binavkirin û wiha hat gotin "Kurdistan yek e. Çawa jinên Rojhilatê Kurdistanê di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser xaka Rojava de şer kir û ev xak bi xwîna wan hate avakirin, erka me ye jî wekî jinên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zordestiya li ser gelê me serî hildin. Bi gotin û felsefeya ’Jin, Jiyan, Azadî’ em ê pergala melalî têk bibin."
Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat nîşandan û li dijî pergalên serdest banga xurtkirina têkoşînê li jinan hat kirin.
(bb)
ANHA