Xelkê Qamişlo şehîd Basil El Hiso oxir kir

Xelkê Qamişlo cenazeyê şervanê QSDˊê Mezlûm Qamişlo (Basil Lorans El Hiso) oxir kir.

20 gulan, 2024   21:10
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Qamişlo berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Qamişlo oxir kir. Mezlûm Qamişlo di êrişa terorîst li bajarê Şihêl ê kantona Cizîrê de birîndar bûbû, di encamê de şehîd bû.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan û dayika şehîd Feysel e Fatme El Casim axivî û got: "Hevgirtina gelê herêmê bi QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re nîşana serkeftina li dijî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye."

Fatme wiha domand: "Me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan yek in. Em bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku xwediyê projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş e bawer in."

Fatme diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞˊê nikarin vîna gelê berxwedêr ê azadîxwaz û demokratîxwaz têk bibin.

Her wiha yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Ednan Mehmûd axivî û got: "Şehîdên me di oxira doz, welat, azadî û rûmetê de canê xwe li dijî alên reş û dagirkeran da."

Serokê Meclisa Êla Tey a Ereb û endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Hesen Ferhan El Ebdurehman axivî û got: "Em êla Tey dibêjin Rêber Abdullah Ocalan di 25 salan li girtîgeha xwe peyamekê ne tenê li ser asta Sûriyeyê, lê ji tevahî mirovahiyê re rêke."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Basil Lorans El Hiso hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Sibe li pêş Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo saet 10:00ˊan merasîm sersaxiyê tê lidarxistin.

(fr)

ANHA