Komîteya şopandina sedemên şewatan hat avakirin

Komîteya awarte ya taybet bi mewsima çandiniyê li kantona Cizîrê komîteya lêkolînê ya şopandina sedemên şewatan û cezakirina kesên agir pê xistiye hat avakirin.

Komîteya şopandina sedemên şewatan hat avakirin
20 gulan, 2024   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya awarte ya taybet bi mewsima çandiniyê li kantona Cizîrê civîna xwe ya 3ˊyemîn li hola civînan a Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê bi beşdariya tevahî deste û aliyên têkildar ên beşdarî komîteyê bûne, li dar xist.

Li gorî komîteyê, li seranserî kantonê 61 şewat hatin vemirandin; ji wan 24 ji ber çirûskên patozê bûn. Li kantonê 2 hezar û 750 donim şewitîne.

Di çarçoveya hewldana komîte, HPCˊê û agirkujiyê ya kontrolkirina şewatan de 181 alavên agirkujiyê yên destan li ser komîteyên li ser rêyan belav bûne hatin belavkirin. Her wiha 500 endamên HPCˊê li kêlek hezar û 91 endamên berê hatine belavkirin, hatin erkdarkirin.

Beşdarên civînê diyar kir ku divê cotkar û şênî şewatan bi cidî bigirin, komîteyên taybet li gundên xwe ava bikin.

Komîteyê bang li cotkaran kir ku derdora zeviyên xwe yên ku hatine çinîn biajon, da ku dema agir pêket fireh nebe. Her wiha komîteya lêkolînê ya şopandina sedemên şewatan û cezakirina kesên agir pêxistiye, hat avakirin.

Di dawiyê de komîteyê spasiya xelkê alîkarî bi komîteyên parastin û agirkujiyê re di vimirandina şewatan de kiriye, kir.

(fr)