Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin

Endamên Kovara Afaq El Meraa salvegera 1'emîn a derketina kovarê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de saziyên jinan û nivîskar hatin xelatkirin.

Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin
Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin
Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin
Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin
Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin
Salvegera 1ˊemîn a derketina kovara Afaq El Meraa hat pîrozkirin
20 gulan, 2024   21:13
QAMIŞLO

Îro salvegera 1'emîn a derketina kovara Afaq El Meraa ye. Ew kovar di Çileya 2023'yan de hat damezirandin.

Malbata kovarê bi vê boneyê şahiyek li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar xist. Tê de bi dehan jin, nûnerên saziyên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nivîskarên kovarê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Necah Gulo li ser rola Rêber Abdullah Ocalan di vekirina rê li pêşiya jinan de axivî.

Her wiha hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Anahîta Sîno derxistina kovarê li rêveberiya wê û tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku kovarê di rewşên zehmet de gavên baş avêtin û xwe gihand gelek jinan.

Seroka beşa edîtoriyê ya kovarê Nêrgiz Îsmaîl bal kişad ser girîngiya derxistina kovarê û got: "Bila em Afaq El Meraa bigihînin tevahî jinên cîhanê."

Piştre sînevîzyonek li ser çalakiyên salekê yên kovarê hat pêşandan.

Di dawiya şahiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Kongra Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojnamevan û nivîskar Hêvîdar Xalid û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) Şêrîn Ebdulqadir hatin xelatkirin.

(mh)