Xelkê Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn

Xelkê kantona Minbicê li navedna Çand û Hunerê ya Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn.

Xelkê Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Xelkê Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Xelkê Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Xelkê Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Xelkê Minbicê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
30 kanûn, 2023   18:32
MINBIC

Di merasîma bîranînê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên girêdayî wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, xet, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jin, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bedşar bûn.

Hevsroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Sîham Hemo axivî û got: "Li hember şehîdan gotin û axaftin aciz dibin, ji ber ku wan ji bo me gelek fedakarî pêşkêş kirin. Em şehîdên mehên Mijdarê û Kanûnê bi bîr tînin.  Lê belê em di rojên salê de, her saetê, her deqeyekê, li her derê û demê şehîdan bi bîr tînin. Ew di bîr û dilên me de ne."

Sîham wiha domand: "Van şehîdan di oxira em bi ewle û îstîqrar bijîn de li hember dijmin tê koşiyan. Di van rojan de tevahî dewletên cîhanê bi cejna aştî û hezkirinê pîroz dike. Em li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane zarokên xwe oxir dikin."

Di dawiyê de Sîham wiha got: "Em keç û xortên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê layiqê fedakariyên şehîdan bin. Divê em destkeftiyên wan biparêzin."

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA