Panorama hefteyê: Bakurê Sûriyeyê qada gurkirinê ya Tirkiyeyê û Rûsyayê ye

Raporan êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên Rûsyayê li bakur-rojavayê Sûriyeyê ve girê da, her wiha di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa metirsiyên bandora aloziya Îsraîl-Îranê li ser Sûriyeyê, Iraq û herêmê bike û nîşaneyên planeke herêma tampn li Xezayê, kir.

Panorama hefteyê: Bakurê Sûriyeyê qada gurkirinê ya Tirkiyeyê û Rûsyayê ye
31 kanûn, 2023   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî di mijarên xwe de behsa rageşiya li bakurê Sûriyeyê, bandorên aloziya Îsraîlê-Îranê li ser Sûriye û Iraqê, rêveçûna pêşdeçûnên li Xezayê, kir.

 ‘BAKURÊ SÛRIYEYÊ; QADA GURKIRINÊ YA TIRKIYE Û RÛSYAYÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wêrankirina binesaziyê û hedefgirtina gund û jîngehan, bi êrişên hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê ve girê da ku her duyan topbarankirina bakur û başûrê Idlibê zêde kirin.

′RAGEŞIYA LI DIJÎ ÎRANÊ HERÊMA DIXE NAVA ŞEREKÎ FIREH′

Rojnameya El Ereb têkildarî aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de kuştina fermandarekî payebilind ê Feyleq El Quds Redî Mûsewî wekî yek ji encamên rageşiya Îsraîlê ya li hemberî Îranê hat nirxandin.

Hate diyarkirin ku ev bûyer herêmê nêzî şerekî berfireh dike, nemaze piştî ku Îsraîlê gefên tolhildanê li hemberî Sûriye, Yemen, Lubnan û Iraqê yên milîsên alîgirên Îranê lê hene, xwarin. Li gorî nivîsê; "Îranê ji ber kuştina Mûsewî soza bersivdayînê da, Îsraîl jî vê yekê wek gefeke cidî dibîne. Pisporên li Îsraîlê pêşbîn dikin ku di rojên bê de li eniya bakur rageşî gurtir bibe.”

′LI IRAQÊ NÎŞANEYÊN ALOZIYA NAVBERA WASHINGTON Û ÎRANÊ DE′

Rojnameya Independent-Erebî jî nakokî û aloziya di navbera Amerîka û Îranê ya li ser Iraqê kiriye nûçe. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku li gel berdewamkirina êrişên alîgirên Îranê yên dijî navendên Amerîkayê yên li Iraqê, alozî berdewam dike. Li gor rojnameyê ev alozî, li Iraqê şeklê aloziya di navbera her du aliyan de di çend mehên dawîn de guheriye û ji aliyê milîsên nêzî Îranê ve wekî ragihandina şer jî dikare were pênasekirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku ihtîmala mezinbûna aloziyê heye û hewldanên Pentagonê û pêkutiyên wên yên li ser Qesra Spî hatine bibîrxistin.

 ‘IRAQ BER BI TEVLIHEVIYÊ VE DIÇE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku rayedarekî payebilind ê Iraqê aşkera kir ku piştî êrişa koma çekdar a li ser baregeha Herîr a li Hewlêrê û bersiva ji aliyê DYA’yê ve ku avahiyên Heşdî Şabî yên li başûrê Bexdayê kirin hedef, duh (sêşemê) peywendiyên berfireh ji bo aramkirina rewşê dest pê kirin. Hate diyarkirin ku çavkaniyên iraqî behsa vê yekê dikin ku hikumeta Iraqê jî bê çare ye, ji ber ku xebatên wê heta niha armancên aramkirineke mayînde pêk neanîn. Her wiha li gorî nivîsê hate destnîşankirin ku ‘Hevpeymana Hêzên Dewletê’ ya bi serokatiya Emar El Hekîm û serokwezîrê berê Heyder El Ebadî hişyarî da ku rageşiya leşkerî û ewlehî ya di navbera DYA û hêzên Iraqê de ber bi alozî û tevliheviyê ve biçe.