Dagirker gundên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike

Gundên navçeyên Şera û Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Dagirker gundên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike
Dagirker gundên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike
30 kanûn, 2023   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker gundên Xerbet Şealê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike.

Di heman demê de artêşa dagirker gundên Xalidiyê, Hoşan û Mestûra yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê yên kantona Firatê, her wiha gundê Mişêrfa, Xwaringeha Nexîl ên rojhilatê navçeyê û rêya M4 bi dijwarî daye ber topan.

(bb)

ANHA