Xelkê Girkê Legê: Bila Kurd bibin xwedî yek helwest

Şêniyên Girkê Legê girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan vegot û got heke Kurd bûn xwedî yek helwestê dê bikarin maf û destkeftiyên xwe biparêzin.

Xelkê Girkê Legê: Bila Kurd bibin xwedî yek helwest
23 hezîran, 2026   04:55
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Li Rojavayê Kurdistanê yekitiya neteweyî û girîngiya wê di rojeva gelê Kurd de ye û dibêjin ji bo deskeftiyên şoreşa Rojava werin parastin, divê yekitiya Kurdan çêbe.

Nîhayet Mûsa got: “Yekitiya Kurdan dikare gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê biparêze. Di bûyerên dawiyê yên li Sûriyeyê de diyar bû ku yekitî û hevgirtin girîng e. Bi yekitiya Kurdan herêmên Rojava hatin parastin û li pêşiya komkujiyan hat girtin.”

Aye Omer diyar kir ku bi yekitiyê dê ziman, çand û nasnameya kurdî were parastin û wiha lê zêde kir: “Divê partiyên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî û berpirsyar nêz bibin. Heke Kurd bûn xwedî yek helwest dê bikarin maf û deskeftiyên xwe biparêzin.”

Metîn Elî got ji bo parastina mafên gelê Kurd û siberoja wî divê yekitiya Kurdan çêbe.

(np)

ANHA