Xunav Xelîl: Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin

Endama Koordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û got “Em ê ji bo azadiya jinan tê bikoşin û li ber xwe bidin.”

Xunav Xelîl: Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin
23 hezîran, 2026   02:35
KOBANÊ
DICLA EHMED

23`yê Hezîranê 2020`an dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir. Di encama wê de Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mela Xelîl, endama Kordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûn.

Endama Koordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û got: "Şehîdên Helincê di civakê de bûn pêşeng."

Xunav Xelîl destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo azadiya jinan sal bi sal xurttir dibe û wiha pê de çû: "Em bi armanc û îdelojiya xwe ya rizgariya jinan ve girêdayî ne. Têkoşîna me sal bi sal xurttir dibe. Ji dîrokê heyanî roja îro dijmin jinên têkoşer û pêşeng dike hedef. Li hemberî êrişan jinên Kurd mîna şehîd Zîlan, Ronahî, Leyla, Zehra, Nûjiyan, Viyan û Hebûn di civakê de pêşengî kirin û bûn sembola berxwedanê. Îro bi hezaran jin tê dikoşin."

Xunav Xelîl anî ziman ku bi komkujiyan dixwazin îradeya jinan bişikînin û wiha pê de çû: "Di şoreşê de jinên Kurd li hemberî polîtîkaya înkar û qirkirinê tê koşiyan û li ber xwe da. Niha jî divê em têkoşîna xwe xurttir bikin da ku mafên xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin."

Xunav Xelîl got: "Azadiya jinê azadiya tevahî civakê ye. Têkoşerên jin Hebûn, Zehra û Emîne ji bo azadiya jinan canê xwe feda kirin û şehîd bûn. Di têkoşînê de tecrûbeya me mezine. Hikûmeta demkî dixwaze îradeya me bişkîne û bi taybet hewl dide dawî li hebûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bîne. Li beramberî êrîşan em ê bi hev re li ber xwe bidin, rêwîtiya xwe ya azadiyê bidomînin û bi ser bi kevin. Ji bo edalet pêk were em ê li ber xwe bidin."

23’yê Hezîranê 2021`an mala ku her sê têkoşer lê şehîd bûn, kirin mûzexane. Gelê Kobanê her sal şehîdên komkujiya Helincê bi bîr tîne.

(np)

ANHA