Parêzer Emran Emekçî: Komîteya Wezîran 12 sal e mafê hêviyê bi paş dixe

Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 12 sal berê ‘girtina heta mirinê’ wek îşkence bi nav kir, lê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi taktîka “dirêjkirina demê” biryarê sabote dike.

Parêzer Emran Emekçî: Komîteya Wezîran 12 sal e mafê hêviyê bi paş dixe
23 hezîran, 2026   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê Buroya Hiqûqî ya Sedsalê Emran Emekçî, di hevpeyvîna li gel ajansa me de helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li hember “mafê hêviyê”, rola Yekitiya Ewropayê, girîngiya qanûnên ku ji parlamentoya Tirkiyeyê tên hêvîkirin û rêyên bihêzkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxandin. 

Emran Emekçî diyar kir ku ji biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a sala 2014’an vir ve 12 sal derbas bûne lê Komîteya Wezîran her tim bi hincetan pêvajoyê bi paş dixe.

Emekçî her wiha got “qanûna kok” ne tenê azadiya Rêber Abdullah Ocalan, lê azadiya hemû girtî û sirgûnkirityan û birêxistinbûna azad a hebûna Kurdan li her qadê, dike armanc û dê bibe destpêka entegrasyona demokratîk a bi garantiya destûrî.

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

Helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li hember "mafê hêviyê" çawa tê nirxandin?

Birêz Ocalan di 1’ê Îlona 1998’an de bi îlankirina agirbestê û piştî wê di pêvajoya Komploya Navneteweyî de, ji bo bidestxistina piştgiriya dîplomatîk a Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsa Kurd, tercih kir ku biçe Ewropayê.

Lê belê Ewropayê mafê penaberiyê nedayê. Li hember zextên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi girtina qada balafirgehan (hewayî) veguhastina wî ber bi Kenyayê ve, qebûl kir. Vê yekê aşkera kir ku Ewropa di wê demê de di mijara pirsa Kurd de xwedî siyaseteke serbixwe nebû û demokrasî û mafên mirovan ji Kurdan re rewa nedidîtin. Ew berjewendiyên xwe ne di çareserkirina demokratîk a pirsa Kurd de, lê di berdewamkirina bêçareseriyê de dibînin. Bi vê rêbazê tercih dikirin ku ji Tirkiyeyê bi domdarî tawîzan bistînin. Çareserî, wateya wê ev bû ku ew vê amûra destwerdanê ya di destê xwe de ji dest bidin. Di vî warî de wan ew tişt kir ku Îngilistana damezirînera siyaseta bêçareserîhiştina pirsa Kurd, bi peymanên Sykes-Picot û Lozanê û DYA wek dewamkara wan, çi daxwaz kirin, ew kirin.

Wan bi awayekî berdewam helwesteke wiha nîşan da; binpêkirina hiqûqê ya ku birêz Ocalan bi rê û rêbazên neqanûnî şandin Kenyayê û li wir bi rêbaza korsanî revandin û radestî Tirkiyeyê kirin, paşguh kir. Biryara ji nû ve darizandinê jî neanîn cih û bi rêbaza vekirin-girtina rûpelên dosyayê, wateya wê ji holê rakirin. Di dawiyê de mafê hêviyê jî 12 sal e dirêj kirin û bi vî rengî komployê dewam kir.

Di ser biryara DMME’yê ya têkildarî Rêber Abdullah Ocalan re 12 sal derbas bûn…

Dadgehê girtina heta mirinê bêyî mafê berdanê, bi şert wek binpêkirina qedexeya îşkenceyê tespît kir. Her wiha biryar da ku ev binpêkirin ji roja ku cezayê muebbeta giran hatiye ferzkirin ve, heta niha berdewam dike. Ji bo rakirina vê binpêkirinê, ji hikumeta Tirkiyeyê xwest ku di qanûnê de guherînê bike da ku “piştî demeke diyarkirî cezakirin ji nû ve bê nirxandin” û “îhtîmala berdana girtî bê nirxandin”.

Lê belê Komîsyonê di warê rakirina binpêkirina ku dadgeh bi israr li ser girîngiya wê rawestiyabû, bi gotineke din, her tim piştgirî da hikumeta Tirkiyeyê. Li şûna ku bikeve pêvajoya cezadayînê, her tim dem dirêj kir. Lê dema ku ev helwest di çarçoveya kampanyayên azadiyê de hate teşhîrkirin, di dawiyê de komîteyê di nirxandina xwe ya Îlon 2025’an de hikumet vexwend ku herî dereng heta dawiya Hezîrana 2026’an agahiyan li ser pêşketinên pratîk ên têkildarî bicihkirina biryara DMME’yê pêşkêş bike. Di dawiyê de, di heyama vekolînê ya heyî de tu pêşketinek li ser destpêkirina pêvajoya reforma yasayî ya ku komîteyê destnîşan kiribû, an jî li ser avakirina mekanîzmayekê ji bo piştrastkirina ji nû ve nirxandina ceza, nehatiye tomarkirin. Wekî din, di vê qonaxê de jî xuya dike ku komîte dê careke din bi hinceta “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” helwesta xwe ya dirêjkirina demê bidomîne.

Girîngiya qanûnên ku der barê vê dosyayê de ji parlamentoya Tirkiyeyê tên hêvîkirin, çi ye?

Her çend rapora dawîn a ku komîsyona di nava parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye avakirin, der barê rejîma înfazê de cih dabe hinek nîqaşan jî, dema mirov li beşên têkildar binêre, têkildarî rejîma înfaza bêyî ku berdana bişert nebe cezayê zindanê yê heta hetayê, li gorî biryara DMME’yê tu mekanîzmayeke şênber ku veguhastinê pêş bibîne, nedîtiye.

Bi taybet ji bo pîvanên ku di biryarê de derbas dibin; “piştî demeke diyar ceza ji nû ve bê nirxandin” û “derfeta azadkirina mehkûm bêyî nirxandin”, di nav raporê de tu rêzik, model an pêşniyarên têkildarî raporê nehatine bicihkirin.

Gotinên ku di raporê de cih girtiye, tenê bi tekezkirina pêwîstiya lihevkirinê bi biryarên DMME’yê re bi awayekî giştî sînordar mane. Her wiha çarçoveyeke zelal û girêdayî ya têkildarî ka ev lihevkirin bi kîjan guhertinên yasayî ve bê misogerkirin, nehatiye pêşkêşkirin. Cihnedana rasterast a têgîna “mafê hêviyê” jî nîşan dide ku ji mijarê bi awayekî zelal nirxandinê dûr sekiniye. Her çi qas xebatên komîsyona têkildar a parlamentoyê jî behsa nîqaşên li ser pergala înfazê bikin, lê ev pêvajo negihaştiye asta yasayeke zelal, şênber û pratîk û gavên reformê yên ku daxwazên di biryara ‘DMME-Ocalan 2’ de hatine rêzkirin, pêk bînin. Di dawiyê de xuya dike ku çarçoveya yasayî neguhertiye, ceza nehatiye kêmkirin, tu mekanîzmayeke ji bo ji nû ve nirxandinê tune ne, tê dîtin ku nîqaş nebûne gavên reformê yên şênber.

Rola Yekitiya Ewropayê di şopandina vê dozê de kêm bûye gelo?

Mixabin demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê ji pêşîniya dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) yên ku konsey pêk tîne, derketiye. Ew yek jî vê yekê nîşan dide ku YE ji xeta siyasetên DYA’yê dernakeve, ji bo berjewendiyên aborî, dîplomatîk, leşkerî û mijara koçberan a bi hikumeta Tirkiyeyê re, zêdetir girîng dibîne û heta mijara “mafê hêviyê” jî bi hikumeta Tirkiyeyê re kiriye nava bazarekê. Di dawiyê de, her çi qas em di meha Hezîranê de bin jî, xuya ye ku ew ê dosyaya Ocalan bi bihaneya pêvajoyê nexin rojevê û dîsa dê bi dirêjkirina demê ber bi paş ve biavêjin.

Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çawa dikare xurttir bibe?

Ev pirs nirxandineke ku ji çarçoveya “mafê hêviyê” derbas dibe, dixwaze. Bi rastî jî tê zanîn ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ne tenê aliyê hiqûqî, lê her wiha aliyên wê yên siyasî, rêxistinî, dîplomatîk û yên din jî hene û hem herêmî hem jî navneteweyî, xwedî taybetmendiyên piralî ye. Lewre li ber çavê her kesî bi komployeke navneteweyî ya ku hiqûqa neteweyî û navneteweyî paşguh dike, bi awayekî korsan hate revandin û birin pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê. Birêz Ocalan jî got “Ez ne girtiyê Tirkiyeyê me, ez girtiyê Komploya Navdewletî me”. Ji ber vê yekê pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê, li ser bingeha pêwendiya wê bi pergala cihanî ya kapîtalîst, pergaleke navdewletî ye ku lingekî wê li DYA’yê ye, lingekî wê li Ewropayê ye û lingekî wê jî li Tirkiyeyê ye. Ji vî alî ve girîng û pêwîst e ku bi kampanyayan dewletên ji komployê berpirsyar bixin bin zextê, vegerandina wan ji xeletiyên wan bê misogerkirin û piştgiriya wan ji bo çareserî û aştiyê, entegrasyona demokratîk a ku birêz Ocalan ji 33 salan vir ve pêşengiya wê dike û wek “yekitiya demokratîk a azad, wekhev û dilxwaz a gelan” li ser bingeha “demokrasiya herêmî ya bi garantiya destûrî” di nava sînorên dewletên têkildar de ji bo çareserkirina pirsa Kurd ji bo berjewendiya gelan tê pênasekirin, bê bidestxistin. Mînak; em dizanin ku di navbera kampanyaya navneteweyî ya mîna ya Mandela û bidestxistina azadiya wî de, têkilî hebû. Di dawiyê de vê kampanyayê hişt ku DYA û Îngilistan bi paş de gavê biavêjin û De Klerk ê ku rêveberê rejîma Apartheidê bû, bi ferzkirina van dewletan, mecbûr ma ku bi Mandela re hevdîtinê bike û azadiya wî qebûl bike. Bi heman awayî, em dizanin ku ji demekê dirêj ve kampanyaya “Azadî ji bo Ocalan” berdewam dike ku armanca wê bîrxistina berpirsyariya hikumet û dewletan e ku ji pergala hiqûqî û nehiqûqî ya tecrîda Îmraliyê berpirsyar in û xistina wan bin zexta raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ye.

Di vê çarçoveyê de muxatabên eslî yên pirsê diyar in. Ji ber vê yekê bersiva herî baş û rast ji vê pirsê, yên ku kampanyayê dimeşînin jixwe didin. Ya ku ez ê di vî warî de bêjim, silavkirina kesên ku kampanyayê dimeşînin û xwestina serkeftinê ji bo xebatên wan e. Çimkî xebateke girîng e. Mînak; tevlêbûna dehan kesayetên xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê, nivîskar û ramanweran jî di vê kampanyaya azadiyê de û xebatên din ên dîplomatîk, civaka sivîl, konferans, semîner, panel, rojên xwendinê, piştevaniya enternasyonal, pir girîng in. Di encamê de bicihkirina aliyê hiqûqî yê “mafê hêviyê” û derketina birêz Ocalan ji statuya mehkûmiyetê û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, bi eslê xwe girêdayî serkeftina kampanya û têkoşîna wiha ya piralî ye.

Ji bo ku mijarên “mafê hêviyê” û azadiya fîzîkî bibin xala sereke ya rojeva raya giştî, divê çi bê kirin?

Wekî ku min got, kampanyayeke azadiyê ya navneteweyî ya piralî didome û bê guman divê her tim azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan di rêza yekem de be. Çimkî azadiya birêz Ocalan ne tenê azadiya kesekî ye. Di kesayetiya wî de azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ye. Kesayetek e ku li dijî modernîteya kapîtalîst, ji bo berjewendiya gelan û hemû bindestiyê, pergala cîhanî ya modernîteya demokratîk wek alternatîf bi pêş dixe, pêşengiya wê dike û rêya aştiya rast li Rojhilata Navîn nîşan dide. Hemû kesên ku parastinên wî bixwînin, çi dîn, ziman, bawerî, nasname, çand; hemû beşên civakî yên cuda çareseriya pirsgirêkên xwe yên wekî edalet, wekhevî, biratî, azadiya jinan û rizgariya xwe li ser bingeha jiyana ekolojîk a bi hemahengiya bi xwezayê ve, dikare bi rihetî li wir bibînin. Ji ber vê yekê di rêza yekem de xwendin û jiyanîkirina parastinên wî, bi taybetî parastinên modernîteya demokratîk û parastinên wî yên berê û yên berdewam tên. Çimkî bi zîhniyet, hiş û îradeyê amadekirin, serkeftina erkên avakirinê yên siyasî û exlaqî bi xwe re tîne. Li ser vê bingehê erkên rewşenbîrî di rêzê de ne. Her wiha domdarî, dînamîzm, cihêrengiya kampanyaya azadiyê ya navneteweyî ya ku tê meşandin û gihandina ramanên birêz Ocalan ji hemû beşên têkildar re, dê yekitiya azad, wekhev û dilxwaz a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û aştiya wan bi xwe re bîne. Şerê “mafê hêviyê” ku lingekî vê kampanyayê ye, nîşan dide ku bingeha hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan heye û wê wekî rê û rêbazeke ji bo azadiya wî ya fîzîkî dinirxîne. Îradeya siyasî dikare biryara DMME’yê bi cih bîne, anku bi guherandina mewzûatê, statuya mehkûmiyê ya birêz Ocalan ji nû ve binirxîne û wek zemîneke ji bo biryardana li ser azadiya wî bi kar bîne.

Lê ev ne tenê rê û rêbaz e. Li gorî hiqûqê “mafê hêviyê” mijareke prensîbî ye ku bi demokratîkbûna hiqûqa ceza ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê birêz Ocalan jê re got “prensîba hêviyê”. Ew ne tenê wî, lê hemû kesan eleqedar dike, prensîbeke hiqûqî ya gerdûnî ye, pêdiviya hiqûqê û bûyîna dewleta hiqûqê ye. Bicihkirina wê erkeke destûrî ya dewletê ye.

Qanûna ku tê payîn derkeve, gelo dikare ji bo çareseriya mijara “mafê hêviyê” xaleke destpêkê ava bike?

Belê, wisa jî dikare bê gotin. Di qonaxa ku niha gihaştinê de, “qanûna kok” a bi gotina birêz Ocalan, ya ku ji “mafê hêviyê” jî derbas dibe, ne tenê azadiya wî bi xwe, lê bi wî re yên sirgûnkirî, yên di girtîgehê de ne û herî girîng jî li ser bingeha qanûnên siyaseta demokratîk a azad, welatîbûna azad, civaka demokratîk, demokrasiya herêmî û qanûnên azadiyê, bi aliyên xwe yên aborî, civakî, çandî, dîrokî, zimanî, erdnîgarî, ekolojîk û bi aliyên jin, ciwan û yên din re, rê li ber birêxistinkirina azad a hebûna Kurdan, li her qadê vedike. Ji vî alî ve, ne tenê mijara “mafê hêviyê”, lê her wiha dê bibe gava destpêkê yan gava yekem ji bo çareserkirina tevahiya pirsa Kurd. Anku bi avêtina vê gava destpêkê yan gava yekem re, gavên din jî dê li dû hev bên; paqijkirina qanûnên antîdemokratîk, qanûna welatîbûna azad, qanûna civaka demokratîk, qanûna demokrasiya herêmî û bi pêşengiya azadiya jinan, qanûnên azadiyê.

Di dawiyê de tê xwestin ku pêvajo bi prensîba “demokrasiya herêmî ya bi garantiya destûrî” were temamkirin. Anku em dikarin bibêjin ku bi “qanûna kok” re gava destpêkê tê avêtin, dewama wê jî qedandina aliyê hiqûqî yê entegrasyona demokratîk e; armanc ew e ku hebûna Kurdan bi giştî, bi hiqûqî û destûrî were garantîkirin.

ANHA