Serokê Meclisa Bajarê Idlibê îstîfa kir

Serokê Meclisa Bajarê Idlibê Ehmed Mihemed Duxan piştî gengeşeyên li ser kolandina kolanên nû hatine qîrkirin îstîfa kir û diyar kir ku ji ber sedemên takakesî îstîfa kiriye.

Serokê Meclisa Bajarê Idlibê îstîfa kir
10 îlon, 2026   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Bajarê Idlibê Ehmed Mihemed Duxan, piştî gengeşeyên berfireh ên li ser kolandina hejmarek kolanên bajêr ên ku nû hatine qîrkirin, îstîfa kir.

Duxan got ku wî ji ber şert û mercên takakesî îstîfa kir û anî ziman ku hin sedem hene ku nehiştine erka xwe bi awayekî tê qebûlkirin berdewam bike.

Kolandina rêyên nû hatine sererastkirin û qîrkirin li ser dezgehên çapemeniyê hatin rexnekirin û daxwaz hatin kirin ku hevrêziya di navbera aliyên xizmetguzarî de beriya projeya qîrkirina rêyan dest pê dike were başkirin.

Nîqaş, hemwextî postên li ser îsrafkirina malên giştî ya ji ber ji nû ve kolandina rêyan, hat kirin.

Piştî îstîfakirinê Meclisa Bajarê Idlibê spasname ji bo Duxan parve kir û pesnê keda wî da.

Duxan di Tebaxa 2025’an de erka serokatiya Meclisa Idlibê wergirt, beriya wê jî erka Serokê Sendîkaya Parêzerên Sûriyeyê wergirtibû.

(f)