Wergirtina berhema pembo didome

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtina berhema pembo ji cotkaran didomîne.

Wergirtina berhema pembo didome
5 cotmeh, 2025   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Giştî ya Pembûyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hersê navendên xwe yên li Reqa, Hesekê û Dêrazorê wergirtina berhema pembo ji cotkatan didomîne.

Hevserokê saziyê Mustefa Îbrahîm da zanîn ku rêjeya werigrtina berhemê baş e û heta niha nêzî 6 hezar û 700 ton pembo hatiye wergirtin.

Îbrahîm diyar kir ku sazî hewl dide tedbîrên rotînî yên îdarî hêsantir bike û barê cotkatan sivik bike nexasim ku cotkaran berê zehmetiyên aborî û hewayî kişandine.

Îbrahîm got ku armanca wan ew e ku berî dawiya mewsimê berhemê ji cotkaran wergirin û destekê bidin saktora çandiniyê ya herêmê.

(mh)