Piştî êrişa Dohayê Xelîl El Heya cara yekê di dîmenekê de xuyan kir

Serokê buroya siyasî ya Hamasê li Xezayê, Xelîl E Heya, şemiyê bi şev di dîmenekê de ku ji hêla medyaya Qeterê ve hate weşandin, xuyan bû. Piştî êrişa Îsraîlê ya meha Îlonê li dijî El Heya û çend serkirdeyên Hamasê li Dohayê, ev cara yekem e ku El Heya xuyan dike.

Piştî êrişa Dohayê Xelîl El Heya cara yekê di dîmenekê de xuyan kir
5 cotmeh, 2025   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê buroya siyasî ya Hamasê li Xezayê, Xelîl El Heya, şemiyê bi şev di dîmenekê de ku ji hêla medyaya Qeterê ve hate weşandin, xuyan kir.

Dîmen di dema çûna şandeyên danûstandinê îro ji bo Qahîreyê de hat weşandin. Şande dê li ser mijara berdana rehînên ku li Xezayê hatine girtin û filistîniyên ku ji hêla Îsraîlê ve hatine girtin, di çarçoeya plana Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, gotûbêj bikin.

Medyaya Misrê ragihand ku her du aliyên şer dê yekşem û duşemê, beriya salvegera duyemîn a êrişa 7`ê Cotmehê ya ku ji hêla Hamasê ve li dijî Îsraîlê hate destpêkirin, danûstandinên nerasterast bikin.

(k)