Hikumeta veguhêz `Cejna Şehîdan` jî betal kir

Bi biryarnameyeke serokatiye hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi hejmara 188 e, gelek boneyên nîştimanî betal kirin. Jê ya herî girîng, “Cejna Şehîdan” e ku di wê rojê de osmanî komeke rewşenbîr û têkoşerên sûriyeyî li qada Mercê ya Şamê sala 1916`an darve kir, betal kir.

Hikumeta veguhêz `Cejna Şehîdan` jî betal kir
5 cotmeh, 2025   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta veguhêz a Şamê betalkirina cejnên netewî yên Sûriyeyê didomîne. Vê carê bi biryarnameyekê serokatiyê ya bi hejmar 188, “Cejna Şehîdan” a ku di wê rojê de sala 1916`an osmaniyan komeke rewşenbîr û têkoşerên sûriyeyî li qada Mercê ya Şamê, darve kirin, betal kir. 

6`ê Gulanê anku Cejna Şehîdan ji bo sûriyeyiyan, sembola têkoşîna li dijî mêtingerî û dagirkeriyê ye. Sala 1946`an ev roj hate naskirin. Her sal, şehîdên ku banga rizgariya ji hegemonya osmaniyan kirine û ji aliyê sultanê osmanî Cemal Başa ve hatine darvekirin, têne bibîranîn.

Li gorî analîzvan û şopdarên rewşa herêmê, paşguhkirina vê boneyê hem li Şam û ji aliyê balyozxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê ve, di nav xwe de nameyên siyasî dihewîne ku dûrahiya sembolîk derbas dikin. Nemaze li gel guhertinên herêmî û hewldanên hin aliyan, bêgunehkirina serdema osmanî.

Li gorî çavdêran, betalkirina vê rojê, li dijî bîra nîştimanî ya sûriyeyî ye û der barê bera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di ji nû ve sazkirina sembolên nîştimanî û dîrokê yên welêt de, pirsnîşanan çêdike.

Sûriyeyî li hundirê welêt û derve jî ji betalkirina vê cejnê, paşguhkirina vejandina wê, bi hêrs in. Ji ber ku bîra nîştimanî û dîrokê ya gelê Sûriyeyê binpê dike.

(şx)

ANHA