Washingtonê dev ji 2 fermandariyên NATOˊyê berda, ya 3ˊyan jî bi dest xist

DYAˊyê li beramberî bidestxistina fermandariya deryayî 2 fermandariyên leşkerî di NATOˊyê de berdan.

Washingtonê dev ji 2 fermandariyên NATOˊyê berda, ya 3ˊyan jî bi dest xist
9 sibat, 2026   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên dîplomasî daxuyand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dev ji 2 fermandariyên di hundirê NATOˊyê de berdide, lê yek din werdigire. Ev yek di demekê de tê ku serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Ewropayê dike ku bi xwe berpirsiyariya parastina ewlehiya xwe rakin.

DYAˊyê dê ji Îtalyayê re serkêşiya Hêzên Hevpeyman ên Hevbeş bihêle, ku baregeha wan li Napolî li başûrê Îtalyayê ye û girîngiyê dide operasyonên li başûrê herêma di navbera Ewropa û Okyanûsa Atlantîkê de.

Li kêlek wê jî dê DYA fermandariya Hêzên Hevbeş ên baregeha Norfolk a rojhilatê DYAˊyê û herêma operasyonên xwe ya li bakurê herêma navborî ye, ji Brîtanyayê re bihêle.

Fermandariya Hêzên Hevbeş ku li ser herêma rojhilatê di navbera Ewropa û Atlantîkê de disekine, baregeha wê li Holandayê ye, niha ji hêla efserekî Almanyayî tê birêvebirin.

Her sê fermandarî yên operasyonan in û berpirsê plankirin û bicihanîna operasyonên gengaz ên NATOˊyê ne.

Li beramberî wê, hêzên Amerîkayê fermandariya deryayê ku baregeha wê Northwood ê Brîtanyayê ye, bi dest dixe.

2 dîplomatên di NATOˊyê de ji AFPˊê re diyar kir ku ev guhertinên ku ji hêla malpera fransî "La Lettre" ve hatine aşkerakirin, dê bi mehan nekevin meriyetê.

(fr)