Li Humsê nabînayek hat qetilkirin

Di êrişeke çekdarî li bajarê Humsê de welatiyek nabîna hat qetilkirin.

Li Humsê nabînayek hat qetilkirin
10 sibat, 2026   00:02
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê daxuyand ku kesên nenas li dijî markêtekê li kolana Texleb ê Humsê êrişeke çekdarî pêk anî, di encamê de welatî Culiyana Xeşîqe ya nabîna hat qetilkirin.

Nûçegihan anî ziman ku welatiya nabîna ji bo debara mala xwe li dikanek biçûk dixebite, lê çekdaran gule berdaye, di serî û sîng de guleyan dixwe, di cih de jiyana xwe ji dest dide.

Li herêmên hikumeta demkî digel tevliheviya ewlehî û necezakirina sûcdaran sûcên wiha zêde dibin.

(fr)

ANHA