Recep Cengîz ê bi destûr ji girtîgehê hat berdan 3 kes qetil kirin

Recep Cengîz (35) ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan, li navçeya Keçîoren a Enqereyê ya Tirkiyeyê dayik û keça xwe qetil kir, piştre jî jina ku li ber jihevberdanê bû qetil kir û xwe xwe kuşt.

Recep Cengîz ê bi destûr ji girtîgehê hat berdan 3 kes qetil kirin
9 sibat, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Keçîoren a Enqereyê ya Tirkiyeyê zilamê bi navê Recep Cengiz (35) ku tê gotin ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan, bi çekê dayika xwe Azize Cengîz û keça xwe ya ji hevjîna yekem Azra Cengîz (8) qetil kir. Cengîz piştre cenaze xist wesayîtekê û çû mala Beyzanûr Ûçan Cengîz (28) a ku li ber jihevberdanê bû. Dema ku Beyzanûr derî vekir wê gulebaran kir û qetil kir. Piştî bûyerê Recep Cengîz bi heman çekê xwe kuşt.

Piştî ku tîmên tendursitiyê û tîmên lêkolîna cihê sûc li cihê bûyerê lêkolîn kirin, cenaze birin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê.