Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin

Koçberên Efrînê piştî vegeriyan cih û warê xwe jiyaneke nû diafirînin û vegerê wekî destpêkeke nû pênase dikin.

Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
Şêniyên Efrînê jiyanek nû ava dikin
5 tîrmeh, 2026   11:01
EFRÎN

Bi hezaran koçberên Efrînê yên ku di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji cih û warê xwe bibû, piştî 8 salan ji koçberiyê, di çarçoveya peymana 9‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de vegeriyan gund û bajarên xwe.

Efrînî mal û milkên wan ên hatine talankirin û wêrankirin ji nû ve ava dikin, erdên xwe yên çandiniyê cot dikin û  darên xwe meyze dikin.

Efrînî vegera xwe ya li ser erdên xwe wekî destpêkeke nû pênase dikin.

Şêniyekî nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku derî, pencere û kableyên ceyranê yên mala wî hatin dizîne û got: "Malbatên çeteyan ji dizî û talankirinê zêdetir, di hundirê malê de agir pêxistine  û her tiştên xirab di mala de kirine."

Şênî destnîşan ku tevî zehmetiyan jî ew mala xwe ji nû ava dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Avakirin û xweşikbûna ji nû ve bi vegere ser xaka zeytûnana ne."

(bb)