Beriya civîna NATO’yê li bajarê Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Beriya civîna NATO’yê polîsên Tirk di danê sibehê de li Stenbolê avêt li ser gelek malan û gelek kesan binçav kir.

Beriya civîna NATO’yê li bajarê Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
5 tîrmeh, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya civîna NATOyê li bajrê Stenbolê a Tirkiyeyê  polîsan avêt li ser gelek malan û gelek kes hatin binçavkirin.

Seroka şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin.

ÇHDê di ser medyaya dijîtalê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Seroka ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de gelek miwekîlên wan hatiye binçavkirin û xwest operasyonên ji ber civîna NATOyê pêk tên bila bidawî bibin.

Kesên hatine binçavkirin li Emniyeta Vatanê tên girtin û hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.

EDENE

Li barajê Edeneyê jî serê sibehê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku ji Komeleyên Ciwanan, Kaldiraç û Yekîtiya Têkoşînê 8 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin bi vî rengî ne: "Poyraz Aslan Serin, Gamze Topçil, Hüseyin Para, Canser Dayanır, Sudenaz Sezen, Deniz Çelik, İdil İrem İnci û Nisa Nur Güreşçi."

Tê gotin, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.