Leşkerên Tirk dîsa li Til Temirê şewat derxistin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundê Menax ê bakurê Til Temirê şewat derxist. Tîmên agirkujiyê û şêniyan ji bo kontrokirina şewatê seferber bûne.

Leşkerên Tirk dîsa li Til Temirê şewat derxistin
5 tîrmeh, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji baregeha li gundê Menaxê yê dagirkirî yê bakurê Til Temirê ava kiriye, şewat derxist.

Metirsî hene ku şewat erdên çandiniyê û milkan bide ber xwe.

Tîmên agirkujiyê û şêniyan tavilê ber xwe dan cihê şewatê û ji bo vemirandinê seferber bûne.

Leşkerên dewleta Tirk di demên dawîn de gelek caran agir berdan zeviyên çandiniyê yên Til Temirê.

(bb)

ANHA