Vance: Danûstandinên bê dê amadebûna Îranê ya ji bo tawîzan aşkera bikin

Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ragihand ku gelek hûrguliyên der barê mijara nukleerî ya Îranê de hîn jî di bin nîqaş û zelalkirinê de ne. Vance destnîşan kir ku Washington hêvî dike ku Tengava Hurmuzê "bê sînorkirin û ji bo demek dirêj" ji bo gerê vekirî bimîne.

Vance: Danûstandinên bê dê amadebûna Îranê ya ji bo tawîzan aşkera bikin
15 hezîran, 2026   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevpeyvînekê de bi CNBCˊê re, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) "dê di çarçoveya her têgihîştin an rêkeftinên pêşerojê de çavdêriya amadebûna Tehranê ya ji bo tawîzan bike".

Vance anî ziman ku her peymanek bi Îranê re dibe ku "mekanîzmayek verastkirina du qonaxî" di nav xwe de bigire da ku pabendbûna bi şertên wê misoger bike."

Vance destnîşan kir ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf dê di merasîma îmzekirinê ya roja înê li Swîsreyê de Îranê temsîl bikin, û got, "Em hêvî dikin ku nivîsa peymanê vê hefteyê were weşandin." Lê belê Vance aşkera kir ku peymana bi Îranê re roja yekşemê bi elektronîkî hatiye îmzekirin.

Vance da zanîn ku ku di peymanê de tu bendek tune ye ku 24 milyar dolar ji bo Îranê were berdan, ev yek nîşan dide ku Îranî hewl didin bi axaftina li ser gihîştina sermayeyên cemidî raya giştî bixapînin.

Vance di dawiyê de got, "Teftîş dê werin temamkirin, dûvre bernameya nukleerî dê were hilweşandin û tenê wê hingê dê mijara sermayeyên cemidî were nîqaşkirin."

(fr)