Trump bi El Sîsî re axivî

Serokê Misrê û hempîşeyê xwe yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonê de li ser gelek mijaran di nav de pêkanîna qonaxên yekemîn û duyemîn ji agirbesta Xezayê, axivîn.

Trump bi El Sîsî re axivî
1 sibat, 2025   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî der barê peywendiya Donald Trump û Ebdulfetah El Sîsî de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du serokan li ser pêwîstiya geşkirina têkilî û hevkariyê li hev kir. El Sîsî jî diyar kir ku civata navnetweyî pişta xwe dide serok Trump ku ew dikare lihevkirineke aştiyê ya mayînde û dîrokî pêk bîne ku aloziya ji salan ve li herêmê ye, bi dawî bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peywendî bi awayekî erênî derbas bû û girîngî li ser dewamkirina pêkanîna qonaxa yekemîn û duyemîn a lihevkirina agirbestê û tesbîtkirina wê li Xezayê û zêdekirina şandina alîkariyan ji şêniyên Xezayê re hat dayîn.

Trump pêncşema borî gotibû ku dê Misir û Urdun qebûl bikin ku penaberên ji Xezayê pêşwazî bikin.

Lê El Sîsî û Ebdullah El Sanî her "koçberiya bi zorê" ya şêniyên Xezayê piştî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de red kiribûn.

Trumpa di hefteya borî de plana veguhastina Filistîniyan ji Xezayê ber bi cihekî "herî ewletir" ve mîna Misir an jî Urdinê pêşniyar kiribû.

El Sîsî jî di civîneke çapemeniyê li Qahîreyê ya çarşema borî de gotibû "derxistina gelê Filistînê û koçberkirina wî zulm e û ew di wê yekê de beşdar nabe".

Ebdullah El Sanî jî gotibû "Helwesta Urdinê jî ew e ku Filistînî li ser xaka xwe bin û mafên xwe yên rewa wergirin."

(fr)