Trump: Bêyî hilweşandina bernameya nukleerî tu peyman bi Îranê re nîn e

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re diyar kir ku di her rêkeftinekê de bi Îranê re wê hilweşandina bernameya nukleerî û veguhastina depokirina uranyuma dewlemendkirî ya Tehranê vehewîne.

Trump: Bêyî hilweşandina bernameya nukleerî tu peyman bi Îranê re nîn e
24 gulan, 2026   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Îsraîlî diyar kir ku di pêwendiya telefonê ya şemiyê êvarê de, di navbera Trump û Netanyahu de, "Serok Trump bi zelalî diyar kir ku ew ê di danûstandinan de li ser daxwaza xwe ya demdirêj a ji bo hilweşandina bernameya nukleerî ya Îranê û veguihastina tevahî ya uranyuma dewlemendkirî ji axa Îranê de bi israr be û ew ê bêyî van her du mercan peymanek dawî îmze neke."

Berpirs anî ziman ku serokwezîr Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de bi serokê Amerîkayê Donald Trump re diyar kir ku "Dê Îsraîlê bi awayekî serbest li dijî tevahî gefên li qadan weke Lubnanê tev bigere û serok Trump jî piştgirî daye vê rêgezê."

Li gorî berpirsê Îsraîlî, Trump got ku "gelek danûstandin" li ser memorandumek têgihîştinê ya têkildarî rêkeftinek aştiyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de ku dê Tengava Hurmuzê ji nû ve veke, bi dawî bûye.

Ev pêşketinên dawî ligel daxuyaniyên Trump û raporên ku diyar dikin DYA û Îran nêzîkî rêkeftinekê li ser memorandumeke têgihîştinê ji bo bidawîanîna şer in, pêk tên.

(fr)