Li navendên dengdanê çi qewimî?

Namzetê daîreya Qamişloyê Ezam El Dendeh rêveçûna tayînkirinan parve kir û got, tiştên ku navendên dengdanê bûne "Hilbijartinên rasteqîn" nîşan nadin.

Li navendên dengdanê çi qewimî?
24 gulan, 2026   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Namzetê daîreya bajarê Qamişloyê ji bo Meclisa Gel Ezam El Dendeh li ser rêveçûna tayînkirina nûnerên Meclisa Gel ji Ronahî TV'ê re axivî.

El Dendeh diyar kir ku beşdar vê sibehê ji proseya tayînkirinan matmayî man û got, tiştê ku îro diqewime "Pêkenokeke hilbijartinê ye.

El Dendeh agahî dan ku vê sibehê kaxetên navên kesên ji hêla saziya siyasî ya girêdayî hikumetê ve hatine diyarkirin, hatin belavkirin.

El Dendeh anî ziman ku ''hilbijartin ji aliyê desteya siyasî ya hikumetê ve hatin rêvebirin.'' û got, kesên ev xebat bi rêve dibirin, dengdêran ber bi namzetên pêşwext ve bibin. Her wiha destnîşan kir ku beriya sendeq werin vekirin  navên bijartî hatin aşkerakirin. El Dendeh hilbijartin wekî "sîstemek kota ku îradeya rastîn a dengdêran nîşan nade'' pênase kir.

El Dendeh di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku demên derbasbûna dengdêran a navendên dengdanê ji hev cuda bûn û diyar kir ku hinekan dengê xwe dan beriya ku yên din derbasî navendê bibin. El Dendeh ev  yek wekî "binpêkirina prensîba wekheviya derfetan di pêvajoya hilbijartinê de"nirxand.

El Dendeh tayînkirinên ku hatine kirin, mîna yên di dema rejîma Baasê de bi nav kir û anî ziman ku lîste hazir in û nav berê hatine diyarkirin.

El Dendeh got, niyeta wî heye ku encamên tayînkirinan îtîraz bike û destnîşan kir ku ji çend dengêrên Kurd û Ereb re hat gotin ku dengê xwe bidin hin navên diyar.

(bb)