Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê ku bûn sedem mazot dereng bigihîne malbatên li hin herêman, lê dîsa jî xebatên belavkirina mazotê li ser welatiyan berdewam e.

Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e
Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e
Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e
Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e
Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e
Tevî êrişan xebatên belavkirina mazotê berdewam e
8 mijdar, 2023   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Sotmeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kir. Buhaya her lîtreyekê 325 lîre ye.

Ji Tebaxê ve, komîteyên sotemeniyê bi rêya kertên lezer dest bi belavkirina mazotê li welatiyan kiriye. Ev kert ji aliyê komîteyên bajar, bajarok û navçeyan bi koordîneya komînan ve hatine dayîn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya herêmê û stasyonên petrolê rasterast bandor li xebatên belavkirinê kir ku li hin deveran dereng man.

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê xebatên belavkirina mazotê didome. Têkildarî wê endamê rêveberiya Komîteya Sotemeniyê Mehmûd El Berîc axivî û wiha got: “Niha xebatên bealvkirinê li taxên başûr; komînên Şehîd Qusey, şehîd Îbrahîm, Komîna El Qews El Şerqî didomin.”

Li gor El Berîc, sedema derengxistina xebatên belavkirina mazotê li navçeyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker e ku bîrên petrolê, kargehên parzûnkirinê bombebaran kirin. Ev jî bi awayekî neyînî bandor li xebatên hilberandin û belavkirinê kir.

TEVÎ ÊRIŞAN XEBAT BERDEWAM E

El Berîc wiha domand: “Me ji eniyên şer û gundên nêzî wir, dest bi xebatên belavkirinê kir. Tevî êrişên dewleta Tirk li dijî wesayîtên sotemeniyê jî, lê belê me mazot ji wan gundan re peyda kir.”

Li gor El Berîc, mekanîzmeya belavkirinê îsal cuda ye, berê her mehê carekê mazot li welatiyan dihat belavkirin. Lê niha kertên nû bi kod hatine diyarkirin. Heke pere di kerta welatiyan de hebe, dikarin parên xwe werbigirin.

Li navçeya Dirbêsiyê jî, Komîteya Sotemeniyê beşeke ji kertên mazot û gazê li welatiyan belav kirine, li aliyekî din xebatên belavkirina kertan bi rêya komînan didomîne.

Endamê beşa sotemeniyê ya Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Dirbêsiyê Şiyar Hesen got: “Me 12 hezar kert amade kirin. Ji wan 8 hezar kert hatine belavkirin. Xebatên qeydkirinê li bajarokan bi dawî bûne û niha li navçeyê berdewam in.”

Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: “Di kertên nû de, şîfre heye. Di her kertekê de 300 lître mazot hatiye qeydkirin.”

ANHA