Welatiyên ji Dêrazorê: Em spasdarên Rêveberiya Xweser in

Welatiyên ji rojavayê Dêrazorê der barê hewldanên dabînkirina xizmetguzariyan Rêveberiya Xweser spas kir. Her wiha welatiyan destnîşan kir ku vekirina firneyên nû li herêmê dê pêdiviyên wan dabîn bike.

Welatiyên ji Dêrazorê: Em spasdarên Rêveberiya Xweser in
8 mijdar, 2023   05:44
DÊRAZOR
ELÎ-EREB

Di çarçoveya pêkanîna biryarên Kongreya “Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê” de Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 firne vekirin. Meclis armanc dike ku nan bigihîne hemû welatiyan.

Girêdayî mijarê welatiyên ji rojavayê Dêrazorê spasiya Rêveberiya Xweser kir, ji ber ku hewl dide pêdiviyên wan peyda bike. Welatiyan diyar kir ku vekirina firneyan dê barê firneyên din ên li herêmê sivik bike û nan ji welatiyan re peyda bike.

Meclisê firneyek li herêma Meamêl, yek li bajarokê Dehla, yek li bajarokê Sewr û yek li gundê Hîsan vekir.

VEKIRINA FIRNEYAN DÊ NAN JI ŞÊNIYÊN HERÊMÊ TEVAHÎ RE PEYDA BIKE

Welatiya bi navê Selma El Hesen a ji gundê El Hîsan ê rojavayê Dêrazorê got: “Li gund nan kêm bû. Vekirina firneyê dê nan ji vê baştir ji welatiyan re peyda bike.”

Her wiha Selma diyar kir ku firneyên nû dê bar li ser firneyên berê sivik bike, ji ber ku li herêmê qerebalixek zêde heye.

Selma, spasiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji ber ku firneyên din li Dêrazorê vekirin.

SPAS BO RÊVEBERIYA XWESER

Welatiyê bi navê Ehmed El Salih ê ji gundê Ezbe jî got: “Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin. Li herêmê aloziyeke tengav a nan hebû. Lê bi vekirina firneyan re, dê nan bi awayekî baştir peyda bibe.”

El Salih bang kir ku firneyên din li herêmên din ên Dêrazorê bên vekirin, ji bo ku pirsgirêkên welatiyan ên peydakirina nan çareser bibin.

(şx)

ANHA