Li Girê Spî çeteyan 6 welatiyên Kurd revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî 6 welatiyên Kurd revandin, ji ber ku yekî ji wan red kir ku serçeteyê wan bi keça wî re bizewice.

Li Girê Spî çeteyan 6 welatiyên Kurd revandin
7 mijdar, 2023   21:49
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyekî ji bajarokê Eyn Eros ê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî endamên çeteyên Cebhet El Şamiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser dewata Şahîn Ehmed ê ji pêkhateya Kurd de girt, lê wî, bavê wî û bavî bûkê Hec Yûsif El Hesen dan.

Çavkanî anî ziman ku çeteyan zava, bavê wî, bavê bûkê û 3 pismamên wî, piştî lêdanê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Navên pismamên zava wiha ne: Reşad Ehmed, Mistefa Ehmed û Seed Ehmed.

Li gorî çavkanî, ji ber ku bavê bûkê red kir ku keça wî bi serçeteyê koma Cehbet El Şamiyê Şîhabedîn Ebû Yasîn re bizewice ev sûc û binpêkirin, pêk hat.

(fr)

ANHA