Tevgerên dewleta Tirk û têkiliyên Amerîka-Çînê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, behsa tevgerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kafkasya û Asyaya Navîn, rewşa Iraqê û têkiliyên Amerîka-Çînê kir.

Tevgerên dewleta Tirk û têkiliyên Amerîka-Çînê rojeva rojnameyên erebî ne
15 mijdar, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê tevgerên dewleta Tirk ên li başûrê Kafkasyayê û Asya Navîn de nûçeyek parve kir. 

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk rewşên jeosiyasî û nakokiyên herêmî bi kar tîne da ku têkiliyên dewletên Rêxistina Hevkariyê ya dewletên bi zimanê tirkî diaxivin, xurttir bike. Çavê wê li derxistina Rûsyayê ji başûrê Kafkasya û Asyaya Navîn e. Wê hêzê bigire ku bikare li hember Moskovê bisekine.

‘EL HELBÛSÎ LI DERVEYÎ PÊVAJOYA SIYASÎ YE’

Têkildarî rewşa li Iraqê jî rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand û tê de behsa bidawîkirina endamtiya Mihemed El Helbûsî di parlamentoyê de ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve û piştre ji serokatiya desthilata yasayî kir.

Hate diyarkirin ku vê biryarê nexşerêya sunniyan li welat ji nû ve xêz kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dûrxistina El Hebûsî, şok bû û li gel dem an jî bandora wê ‘erdhejeke siyasî’ ye. Ji ber ku El Helbûsî, di pêvajoya siyasî ya li Iraqê de cihekî girîng girtiye ku li ser bingeha hevsengiya pêkhateyan hate avakirin.

‘HEVDÎTINA AMERÎKA-ÇÎNÊ DI DEMEKE NÊZ DE’

Tora El Hura cih da hevdîtina pêşerojê ya di navbera serokên Amerîka û Çînê de û diyar kir ku îhtîmal heye rêveberiya Amerîkayê di civînê de hin destkeftiyên cewherî bi dest bixe. Hikumetên her du welatan, hindik maye peywendiyên di navbera her du artêşan de ji nû ve dest pê bikin ku Pekînê sala borî li hember piştgiriya Amerîkayê ya ji Taywanê re rawestandibû.

Çaverê ye ku her du alî, mijara bidawîkirina qaçaxçîtiya fentanylê nîqaş bikin. Li beramber wê, Xi dixwaze rê li pêşiya rêveberên siyasî yên girava demokratîk bigire ku li dijî armanca Pekînê ya yekkirinê ne.

Dibe ku civîn, hin qeydên Amerîkayê yên li ser veguhastina teknolojiyê kêm bike. Li gel aboriya paşketî ya Çînê baweriya veberhênerên biyanî xurttir bike.

Lê tora E Hura di heman demê de diyar kir ku Xi hêvî dike dem bi dest bixe, ji bo ku Çîn di aliyê aborî û leşkerî de xwe xurttir bibe, ji bo ku di hevrikiya hêzên mezin de bi ser bikeve.

(şx)