Li Iraqê 3 wezîran îstîfa kir

Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya têkildarî serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, 3 wezîran îstîfa kir. Her wiha parlamenterên Partiya Teqedûm jî boykot ragihand.

Li Iraqê 3 wezîran îstîfa kir
15 mijdar, 2023   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Dadgeha Federal a Iraqê erka serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û ya parlamenterekî betal kir.

Partiya Teqadûm ku serokatiya wê Mihemed Helbûsî dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku cîgirê serokwezîrê Iraqê û wezîrê plansaziyê Mihemed Temîmî, wezîrê pîşesaziyê Xalid Betal û wezîrê çand û turîzmê Ehmed Bedran ku endamên partiya Teqadûm in, îstîfa kiriye.

Her wiha hate diyarkirin ku 37 parlamenterên Partiya Teqadûm biryara boykota civînên parlamentoyê daye. Parlamenteran ji erkên xwe yên di nava lijneyên de jî îstîfa kir.

Di 22’yê Nîsana 2022’yan de serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, parlamenter Leys Dilêmî ji nav Partiya Teqedûm derxist. Ji wê demê ve nakokiyên di navbera Helbûsî û Dilêmî zêde bûne de.

Helbûsî serokê Partiya Teqadûm e û di hilbijartinên parlamentoyê yên Cotmeha 2021’an de ji partiyên sunnî ya herî serkeftî bû.

Erka serokatiya parlamentoyê, rayeya herî mezin a siyasî ya ji bo sunniyan e. Tê payîn ku betalkirina serokatiya Helbûsî ji aliyê Dadgeha Federal ve, bibe sedema bertek û krîzên mezin.