Bandora şerê Xezayê li ser rewşa Lîbyayê

Şerê li Xezayê bandor li rewşa gelek welatên herêmî kir. Di nav de Lîbya heye. Ji dema şer dest pê kiriye ve, aloziya Lîbyayê ji rojevê dûr ket û axaftina li ser lidarxistina hilbijartinan ku civata navneteweyî dixwaze dawiya vê salê li dar bixe, ji holê rabûn.

Bandora şerê Xezayê li ser rewşa Lîbyayê
15 mijdar, 2023   10:16
MUHSIN EL MISRÎ
QAHÎRE

Ji bo balê bikişîn ser aloziya Lîbyayê, 8'ê Mijdarê li paytexta Misrê Qahîreyê yekemîn civîn di navbera serokê nû yê Meclisa Bilind a Lîbyayê Mihemed Tekalê û serokê parlamentoyê Eqîle Salih de li dar ket. Armanca her du aliyan pêşxistina xebatan ji bo avakirina hikumeta yekbûyî li Lîbyayê û domandina pêvajoya hilbijartina serokê hikumetê û endamên wê ye. Her wiha ji bo ku dehf bide xebatên siyasî li welêt û hilbijaritnên serokatiyê û yên qanûnî li dar kevin.

Di gelek raporan de hate zanîn ku civîn bê çareserkirina nakokiyên li ser qanûnên hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê yên di navbera serokên parlamento û dewletê de û avakirina hikumeteke nû bi dawî bûye.

Ji dema hilbijartina Mihemed Tekalê de têkiliyên di navbera parlamento û dewletê rawestiyane, bi taybetî ji ber ku Tekalê guhertinên ku parlamentoyê li qanûnên hilbijartinan çêkirine, red dike. Her wiha ji ber ku ew destekê dide hikumeta Debîbe ya ku parlamento wê nerewa dibîne.

Çavdêran destnîşan kir ku domandina nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Lîbyayê de dê kirîza 12 salî dirêjtir û kûrtir bike.

DIRÊJKIRINA TEMENÊ KIRÎZÊ

Lêkolera karûbarên Lîbyayê Merwa Mihemed got: "Civîna li Qahîreyê gaveke normal bû ji bo domandina pêvajoya hilbijartina serokê hikumeta yekbûyî ku di encamê de hilbijartinên seroketî û zagonsazî jî pêk bên."

Merwa ji ajansa me re got: "Bingeha nakokiyên di navbera parlamento û dewletê de ji Cotmeha borî de ye. Dema parlamentoyê qanûnên hilbijartinê ragihandin ku ji aliyê komîteya "6+6" (ya ji her du meclisan ava bûye û dê li gorî wê hilbijartin li dar kevin) ve hatin erêkirin, lê belê wê demê Tekalê ragihand ku ew qanûnên parlamentoyê ne li gor guhertina 13'emîn a destûrê ne û nedirust in."

Merwa wiha domand: "Hin endamên Meclisa Dewletê dan zanîn ku di versiyona ji aliyê parlamentoyê ve hatiye dayîn de, guherînên şert û mercên namzetiya leşkeran û hemwelatiyên dualî ji bo hilbijartinên serokatiyê hene.  Wan ev guhertin, li dijî guherîna destûrî û versiyona di meha Hezîranê de îmzekiribûn, dîtin.”

Merwa destnîşan kir ku civîna yekemîn gaveke baş bû û di demeke ne pêşbînkirî de pêk hat nexasim ku cîhan bi şerê li Xezayê re mijûl e û gelekan guman dikir ku ew nakokî nagihîjin tu çareyan.

Merwa wiha lê zêde kir: "Balkişandina ser rewşa Xezayê dihêle çavê civata navneteweyî ji doza Lîbyayê û pêkanîna hilbijartinan dûr be. Eger parlamento û Meclisa dewletê der barê qanûnan de li hev nekin dê temenê qonaxa heyî dirêjtir bibe. Gelo ev nakokî dê heta kengî bidomin? Gelo Neteweyên Yekbûyî (NY) dê bikare destwerdanê bike û pêvajoyeke nû ya danûstandinan dest pê bike?"

Di dawiya axaftina xwe de Merwa got: “Tirs ew e ku ev nakokî bidomin û hilbijartin hîn zêdetir bên derengxistin, ji ber ku pêkanîna hilbijartinan îsal negengaz e.”

ZEXTÊN AMERÎKÎ

Her wiha, lêkolerê siyasî Ehmed Erabî wiha axivî: "Civîna li Qahîreyê ya di navbera serokên parlamento û dewletê de ya yekemîn bû. Erka bê, hikumeteke yekbûyî ku hilbijartinan bi rê ve bibe û karûbarên sivîlan wek peydakirina xwarin û dermanan bi rê ve bibe, were avakirin."

Erabî got: "Tekalê di encama zexta Amerîkî de bi serokê parlamentoyê re civiya. Şandeyê Amerîkî yê Lîbyayê Richard Norland girîngî da civîna Tekalê ya borî da ku di nêzîktirîn dem de bi parlamentoyê re li hev bike ku hişyarî dabû wî eger ew dev ji helwesta xwe bernede dê parlamento bi xwe hikumeteke nû ya bi erêkirina navneteweyî ava bike."

Erabî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şerê li Xezayê bandoreke mezin li rewşên siyasî yên Lîbyayê kir û paş xist ji ber ku şerê li Xezayê bala her kesî kişandiye û di encamê de dê pêvajoya hilbijartinan piştî erêkirina qanûnan ji aliyê parlamentoya Lîbyayê ve û belavkirina wan di rojnameya fermî de, dereg bikevin.

(mh/şx)