Deverên leşkerî yên hikumeta demkî bûn armanca êrişan

Komên çekdar êriş birin ser baregehên leşkerî û navendên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî yên li Bûkemal, Sûsa, Baxoz ên li Dêrazorê.

Deverên leşkerî yên hikumeta demkî bûn armanca êrişan
25 sibat, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên ku dibe bi DAIŞ`ê ve girêdayî ne, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê êriş birin ser baregehên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî.

SOHR`ê diyar kir ku çekdarên nenas gule li baregeha Firqeya 86`an li bajarê Bûkemalê reşandine lê der barê ziyanan de tu agahî nehat dayin.

Her wiha êrişeke din li ser xaleke kontrolê a li bajarokê Baxozê, navendeke ewlehiyê li bajarokê Sûsa li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, hatin kirin.

(k)