Tecrîd li Neteweyên Yekbûyî hate nîqaşkirin

 Tecrîda li Îmraliyê di konferanseke li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate nîqaşkirin. Bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li dijî tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.

Tecrîd li Neteweyên Yekbûyî hate nîqaşkirin
3 tîrmeh 2024   15:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi pêşengiya Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) bi sernavê "Li Tirkiyeyê mafên mirovan" konferansek hate lidarxistin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Parlamenta Ewropayê Laûra Castel Fort û siyasetmedarê Kurd Firat Anli beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û kiryarên nehiqûqî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê MRAP'ê Gîanfranco Fattorînî moderatorî ji konferansê re kir û destpêkê parlamenter Laûra Castel Fort axivî.

 Laûra Castel Fort bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke lîder tê dîtin. Di heman demê de aktorê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ocalan zêdeyî 25 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Zêdeyî 40 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Li girava Îmraliyê tecrîd û bêhiqûqiyeke mezin heye ku mînaka wê nîne. Têkilî bi temamî hatiye qutkirin. Ne malbata wî ne jî parêzerên wî dikarin hevdîtinê pê re bikin. Kiryarên li dijî wê ji êşkenceyê jî wêdetir e.

 Tecrîda li Îmraliyê di heman demê de hewldanek ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Tecrîda li ser Ocalan weke modelekê li girtîgehên din jî tê ferzkirin. Bi cezayê girtîgehê yê heta dawiya temenê xwe di heman demê de Birêz Ocalan ji mafê hêviyê jî bêpar hatiye hiştin."

 Laûra Castel Fort bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê û got, "Neteweyên Yekbûyî di mijara Tirkiyeyê de bi taybetî jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê divê erkên xwe bi kar bîne."

 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez axivî û qala bêhiqûqiya li Ocalan tê kirin, kir ku ji sala 1999'an û vir ve dewam dike. Parêzer Îbrahîm diyar kir ku di asta heyî de li Îmraliyê ti hiqûq nîne. Îbrahîm Bîlmez işaret bi aliyê siyasî yê tecrîda li Îmraliyê kir û destnîşan kir ku di bingeha krîzên li Tirkiyeyê de israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Îbrahîm bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên erkdar kir ku li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê.

 Siyasetmedarê Kurd Firat Anli jî anî ziman ku dewleta Tirk li Kurdistanê polîtîkaya dagirkeriyê dimeşîne û êrişî hemû nirxên Gelê Kurd dike. Firat bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û got, bi êrişên dagirkeriyê dixwaze mafên Gelê Kurd bêne tinekirin.

 Konferans piştî axaftinan bi pirs û bersivê bi dawî bû.

 Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku 18'ê Hezîranê destpê kirin wê 12'yê Tîrmehê bi dawî bibin.