Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê

Desteya Jîngehê ya Kantona Tebqayê  ji bo pêşîgirtina li nexweşiya laşmanyayê di nava hewldanan de ye.

Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
Li Minbicê têkoşîna li dijî laşmanyayê
3 tîrmeh 2024   15:32
MINBIC

Îsal nexweşiya laşmanya li kantona Minbicê belav bûye. Li gorî agahiyan, zêdetirî 9 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine. Ev rêje li gorî par ji sedî 50 zêde ye.

Desteya Jîngehê ya Kantona Minbicê ji bo pêşîgirtina li laşmanyayê di nava hewldanan de ye.

Desteya Jîngehê ji bajar û bajarokên ku herî zêde ev nexweşî lê belav bûye, dest bi tunekirina kêzika qûmê kir ku dibe sedema laşmanyayê. Tîmên desteyê li gundên kantonê dest bi reşandina dermanê li dijî kêzika qûmê kiriye. Rêveberê Desteya Jîngehê ya Kantona Tebqayê Elaa El Mewas diyar kir piştî reşandina li gundên rojhilat bi dawî bibe, dê berê xwe bidin gundên derdora bajarê Minbicê.

Li gorî El Mewas dermanê tê reşandin, ‘Econ S10’ e, li mal û qatên jêrzemînan tenê tê reşandin û got tu bandorê vî dermanî li ser mirovan nîn e.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Tebqayê jî ji bo nexweşên laşmanyayê li gundên Erîma, Ewseclî, Muhtereq, Heye, Yastê, navenda bajar û kampa Resim navendên tenduristiyê vekirine.

(bb)

ANHA