Sûriyeyiyên ji Tirkiyeyê hatine derxistin serpêhatiyên xwe vegotin

Sûriyeyiyên ku desthilata Tirk bi darê zorê vegerandine, diyar kir ku desthilata Tirk ew di nava mercên herî xirab ragirtin, muameleyeke xerab li wan dikir û li deriyê sînor çeteyan kel û pelên wan dizîn.

9 tîrmeh 2024   07:35
MINBIC

Desthilata Tirk ji navîna sala 2022’yan ve penaberên ji Sûriyeyê bi darê zorê vedigerîne Sûriyeyê.

Sûriyeyiyên ku bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatine derxistin, diyar kir ku desthilata Tirk ew li mal û cihên kar destgîr kirin, di nava mercên herî xirab de ragirtin, tade li wan kirin, herî dawî bi darê zorê berê wan da deriyê sînor ê di navbera Tirkiye û herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî de.

Şîrîn Îbrahîm Mehmûd di deriyê sînor ê Ewn Dadat ê di navbera Minbic û Cerablusa dagirkirî de ji Tirkiyeyê hatiye derxistin. Şîrînê got: "Ez bi malbata xwe re li Mêrdînê dimam. Dema em diçûn Stenbolê cendirmayan em sekinandin. Belgeyên me yên fermî jî hebûn lê em sewqî qereqolê kirin.”

Şîrîn Mehmûd bi van gotinan bal kişand ser nêzîkatiyên desthilata Tirk: "Ez û zarok û malbata min xistin odeyeke biçûk. Piştre em veguhastin kampekê û dest danîn ser dermanên keça min a nexweş û tevahî kel û pelên me. Piştre em sewqî bajarê Kîlîsê kirin û em li ber wê tavê hiştin. Nehiştin em xwarinê ji xwe û zarokên xwe re bînin. Herî dawî berê me dan bajarê Cerablusê, wêneyên me kişandin û îmzeyên me kom kirin. Li Cerablusê jî çeteyên Tirkiyeyê diziya me kir û gef li me xwarin. Ji bo em ji vê dojehê xilas bibin, me bi lez berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser.”

Hesen Hisên jî bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatiye derxistin û heman êş kişandine. Hesen Hisên got: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve me berê xwe dabû Tirkiyeyê. Lê beriya demekê cendirmeyên Tirk em sekinandin û heqaret li me kirin û em ragirtin. Me daxwaza ava vexwarinê kir, lê av nedan me. Me ava nepaqij vedixwar. Di rêwîtiya derxistina me ya ji Tirkiyeyê de me 2 rojan xwarin nexwar ta gihaştin Cerablusê."

Hisên her wiha got: "Dema em derbasî Cerablusê bûn, çeteyan 350 dolar û telefonên destan ji me dizîn. Bi zorê me xwe ji wan xilas kir. Me aramî li herêmên Rêveberiya Xweser dît."

(bb)

ANHA