Droneke bombebarkirî li nêzî Silêmaniyê ket xwarê

Li derdora Şikefta Hezarmêrd a girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê droneke bombebarkirî ket xwarê.

Droneke bombebarkirî li nêzî Silêmaniyê ket xwarê
13 hezîran 2024   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Ezîzawa li nêzî Şikefta Hezarmêrd a Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di saet 20.00’an de droneke bombebarkirî ket xwarê.

Hate diyarkirin ku li cihê drone ketiye xwarê şewat derketiye û hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirin.