Siyasetmedarekî lubnanî: Êrişên leşkerî aloziya Lubnanê kûrtir dikin

Siyasetmedarê lubnanî Dr. Alfred Reyaşî diyar kir ku li gel aloziya leşkerî ya dawîn û girêkbûna dîmena siyasî, Lubnan îro bi qonaxeke pir hesas re rû bi rû ye û got nebûna çareseriyên bingehîn, welat bi hilweşînê re rû bi rû dihêle.

Siyasetmedarekî lubnanî: Êrişên leşkerî aloziya Lubnanê kûrtir dikin
15 nîsan, 2026   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Lubnanê piştî hêdîbûna şerê DYA-Îsraîl û Îranê, di demekê de ku çareseriyên siyasî yên zelal ji bo rawestandina êrişan nayên dîtin, aloziyeke leşkerî ya berdewam heye. 

Ajansa me têkildarî sedemên berdewamkirina aloziya Lubnanê, derfeta dûrxistina gelê Lubnanê ji bandorên şer, nêrîn ji siyasetmedarê lubnanî û sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê Dr. Alfred Reyaşî girtin.

Alfred Reyaşî dan û standinên berdewam ên di navbera aliyên dijber ên li Rojhilata Navîn de wekî gaveke girîng ber bi vekirina deriyê aştiyê li herêmê, nirxand û diyar kir ku ev danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêka çekan, ku wî wekî yek ji pirsgirêkên herî tevlihev ên li Lubnanê bi nav kir, dikarin bibin alîkar.

Reyaşî destnîşan kir ku pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka çekan bi piştgiriya hêzek navneteweyî heye da ku alîkariya artêşa Lubnanê bike, ji ber ku ev pirsgirêk nikare bi tenê dûrî hevsengiyên herêmî û navneteweyî were çareserkirin.

Têkildarî derketina Lubnanê ji aloziyê Reyaşî anî ziman ku pêdivî bi pejirandina 3 vebijêrkên yekgirtî heye; aştî, bêalîbûn û federalîzm û her rêveçûneke derveyî vê çarçoveyê rê li ber çareseriyeke rastîn nagire, lê dibe ku welat ber bi parçebûnê ve bibe.

Alfred Reyaşî bal kişand ser qonaxa bê  ku  bi xwe re "pêşbîniyeke baldar" tîne û bang li partiyên sîyasî yên Lubnanê kir ku biryarên berpirsyar bidin ku beşdarî avakirina roleke nû ji bo Lubnanê li ser bingeha mentiqa aştiyê bibin û got: “Êdî Lubnanê rola xwe ya klasîk wek xeleka peywendiyê li rojhilat ji dest daye û pêdiviya wê bi sazkirina roleke nû ku dişibe modela Swîsreyê, heye.”

Hemwextî hewldanên herêmî yên ji nû ve sazkirina rewşên siyasî û ewlehî li Rojhilata Navîn, metirsiyên li ser berdewama aloziya leşkerî li ser qada Lubnanê zêde dibin.

(ac/fr)

ANHA