Bilindkirina bihayê mazotê li Cizîrê hat zelalkirin

Rêveberiya Xweser a Cizîrê diyar kir ku biryara sererastkirina buhayê mazotê li ser bingeha mekanîzmaya yekkirina bihayan li Sûriyeyê hat dayîn. Rêveberiyê aşkera kir ku tenê mazota erebeyan biha bûye, lê bihayê jenetorên embêran, firnan, beşên pîşesazî û çandiniyê nayê guhertin.

Bilindkirina bihayê mazotê li Cizîrê hat zelalkirin
14 nîsan, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê îro der barê mekanîzmaya nû ya bihayê sotemeniyê de zelaliyek weşand. Hevserokê Gerînendetiyê Ezedn Ferhan diyar kir ku biryara sererastkirina bihayê mazotê (mazota serbest) li ser bingeha mekanîzmaya pejirandî ya yekkirina bihayan û di çarçoveya lihevkirinên berdewam ên têkildarî entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser bi hikûmeta demkî re ye. Biha li gorî dolar gihîşt 75 sentan.

Der barê beşên xizmetguzariyê de Ferhan anî ziman ku "Bi berçavgirtina şert û mercên jiyana welatiyan û li kêkeka berdewama qutbûna kehrebê bihayên embêran, firne, beşên pîşesazî û çandiniyê nayên guhertin."

Ferhan diyar kir ku ev biryar di çarçoveya pêkanîna hevsengiyekê navbera pêdiviyên yekkirina biha û parastina aramiya debarê û xizmetguzariyên li herêmê de hat dayîn.

(fr)