Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê

Di nav bazara El Hemawiye ya bajarê Hesekê de kolaneke biçûk heye ku zêdetirî sed salan e heye û yek ji kolanên herî kevn e ku mîmariya xwe ya avahîsaziya kevneşopî parastiye. Berê navendeke sifirkeran bû lê îro li kolanê çalakiyên bazirganiyê yên cur bi cur tên kirin.

Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
Di kolaneke biçûk de dîroka bazirganiyê
15 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Di bazara kevn a El Hemawiye ya li navenda bajarê Hesekê de kolanek heye ku yek ji kolanên bazirganî yên herî kevn ên bajêr e, temenê wê ji sed salî derbas bûye. Heta îro jî, ew taybetmendiyên xwe diparêze ku dîrokek dirêj a çalakiyên bazirganî û hunerî nîşan dide. Ev kolan di destpêkê de wek navendeke ji bo çêkirina sifir dihat nasîn ku pîşesaz lê dicivîn û amûr çêdikirin.

Kolan bi şêwaza xwe ya avahîsaziya kevn tê nasîn, dikan hîn jî şêweyên xwe yên kevneşopî diparêzin, hin ji wan ji kerpîçan hatine çêkirin, di bin van dikanan de jêrzemîn hene ku wekî depoyên kel û pelan têne bikaranîn. Li jor van dikanan oteleke kevn heye, yek ji kevntirîn otelên li Hesekê ye. Xwediyên dikanan diyar kir ku ev otel di serdemên berê yên dîroka welêt de mazûvaniya kesayetiyên navdar kiriye ku yek ji wan serokê yekem ê Sûriyeyê Şukrî El Quwatlî ye.

BAZARA SIFIRKERAN

Beşar El Hesen xwediyê dikanekê li vê kolanê got bazar berê wekî Bazara Sifirkeran dihat nasîn ku hema hema her kes li wir karê sifirê dikir. El Hesen zêde kir: "Me tiştên cuda çêdikirin wekî tankên avê û alavên malan. Ev pîşe di nav hemû bazirganên li vir de belav bû.”

El Hesen destnîşan kir ku wî bi salan di vê pîşeyê de xebitî, berî ku neçar bimîne karê xwe biguherîne, ji ber dijwariyên ku esnaf pê re rû bi rû diman, bi taybetî kêmbûna elektrîkê.

CIHÊRENGIYA CIVAKÎ

Tevî vê yekê El Hesen diyar kir ku ew hîn jî amûr û alavên kevn di dikanên xwe de diparêzin, ne ji bo nirxa wan a diravî, lê ji bo nirxa wan a hestyarî û girêdana wan bi bîranînên demdirêj ên xebata di vê pîşeyê de ku beşek girîng a nasnameya bazarê bû.

El Hesen her wiha destnîşan kir ku kolan bi pirrengiya xwe ya civakî tê nasîn, bazirganên ji pêkhateyên cuda li wir dixebitin, di nav de Ereb, Kurd, Suryanî û hin Cihû, ji bilî pirrengiya olî ku xwezaya jiyana hevbeş li bajarê Hesekê nîşan dide.

El Hesen destnîşan kir ku ev pirrengî her dem ji bo jiyana bazirganî li sûkê çavkaniyeke hêz û aramiyê bû.

Ev kolan piştî sala 2011`an kete nav herêmê çarkoşeya ewlehiyê, bi hilweşîna rejîma Baasê re, li kolanê tevger û çalakiyên bazirganî dîsa dest pê kir, bi taybet piştî rakirina qedexeyên ku berê li ser bazirganan hatibûn ferzkirin.

Tevî vê başbûnê, pirsgirêk hîn jî hene. Xwediyên dikanan daxwaza baştirkirina elektrîkê û avakirina binesaziyê dikin, bi taybet rêyên di nav sûkê de, da ku alîkariya parastina vê kolana dîrokî bikin û rola wê ya domdar wekî navendek bazirganî ku bîranîn û dîroka Hesekê nîşan dide misoger bikin.

(k)

ANHA