Silêman Ehmed 259 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Rojnamevan Silêman Ehmed 259 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Silêman Ehmed 259 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin
9 tîrmeh 2024   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. 

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

 Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.

Rojnamevan Silêman Ehmed 258 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.