Li Tertûsê êrişa hewayî
Li gundewarê bajarê Banyasê yê Tertûsê êrişeke hewayî pêk hat. Çapemeniya hikumeta Şamê ragihand ku êriş ji aliyê Îsraîlê ve hate kirin.
![Li Tertûsê êrişa hewayî](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668cd91773c58.jpg)
Çavkaniyên xwecih ragihand ku duh derengiya şevê dengê teqînan li gundewarê rojavayê bajarê Banyasê yê Tertûsê hatin bihîstin, lê sedema teqînan nehatin zanîn.
Çapemeniya fermî ya ser bi hikumeta Şamê ve diyar kir ku Îsraîlê êrişên hewayî li rojavayê Banyasê pêk anîne.
Hate ragihandin ku di encama êrişê de zerarên madî çêbûne.
(bb)