Serokkomarê Somalî peymana Etiyopya - Somalîlandê red kir

Serokkomarê Somalî peymana di navbera Etiyopya û Somalîlandê de red kir û peyman "Ne rewa û li dijî qanûnên navneteweyî" pênase kir.

Serokkomarê Somalî peymana Etiyopya - Somalîlandê red kir
7 ÇILE, 2024   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Somalî Hesen Şêx Mehmûd duh qanûna betalkirina peymana di navbera hikumeta Etiyopya û Somalîlandê de ya têkildarî kerîdora deryayî îmze kir.

Hesen Şêx got: "Ev qanûn helwesta fermî ya komara federasyona Somalî ye, her wiha nameyeke xurt li hemberî kesên dixwazin êrişên bejahî, deryayî û hewayî li dijî gelê Somalê pêk bînin e."

Serokkomarê Somalî di xîtaba xwe ya li ber parlamentoyê de got: "Peymana di navbera Etiyopya û rêveberiya Somalîlandê de ne rewa ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye, nabe were pêkanîn."

Hêjaye gotinê ye ku beriya çend rojan Etiyopya û Somalîlandê peymaneke ji bo avakirina baregeheke leşkerî û pêşxistina bendereke li ser Deryaya Sor îmze kir. Peyman ji aliyê Komkara Ereban ve hatî redkirin.

(bb)