Serokerkanê Îsraîlê: Dibe şer dîsa li Xezayê bidome

Serokerkanê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir gef xwar ku şer li Xezayê dîsa destpê bike, heke danûstandinên serbestberdana girtiyan, bisernekevin.

Serokerkanê Îsraîlê: Dibe şer dîsa li Xezayê bidome
5 cotmeh, 2025   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir got heke, danûstandin û hewldanên rêveberiya siyasî ya li welêt bi ser nekevin, dê rê bide Îsraîlê ku “vegere kijan cihê dixwaze”.

Eyal Zamir ku serdana çeperên li rojavayê korîdora “Netzarim” kiriye got: “Şer berdewam e. lê guhertinên siyasî çêbûn ku derfetê nadin destkeftiyên leşkerî veguherin destkeftiyên siyasî, heke hewldanên siyasî bi ser nekevin, ne diyar e di kijan kêliyê de şer ji nû ve dest pê bike”.

Zamir wiha domand: “Em nahêlin Hemas weke hêzeke siyasî û leşkerî li Xezayê bidome. Heke pêwîst kir, em ê şer bikin heta wê armancê bi dest bixin. Heke lihevkirin çêbû, artêşa Îsraîlê `dê herêmên pêşîn ên di bin kontrola wî de ji dest nede û kengî bixwaze dikare vegere cihê dixwaze.”

(şx)