Rêxistina Asûr paşguhkirina cejnên Ekîto û Newroz red kir

Rêxistina Asûr ya Demokratîk, nerazîbûna xwe li hember paşguhkirina cejnên netewî yên pêkhateyên Sûriyeyê red kirin û got divê bê fêmkirin ku pirrengiya netewî ya Sûriyeyê, hêz e.

Rêxistina Asûr paşguhkirina cejnên Ekîto û Newroz red kir
5 cotmeh, 2025   23:35
NAVENA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêxistina Asûr a Demokratîk der barê helwesta dawîn a hikumeta veguhê ku gelek cejnên netewî betalkirin, daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em rêzê ji diyarkirina salvegera şoreşa Sûriyeyê di 8`ê Adarê de û roja serkeftinê di 1`ê Kanûnê de, digirin. Lê me hêvî dikir ku pirrengiya netewî jî di ber çavan re bihata derbaskirin, cejnên wekî Ekîto û Newroz ên ku pirrengiya netewî û çandî ya gelê civaka Sûriyeyê rave dikin, nehatibana betalkirin.

Em ji vê biryarê ne razî ne. nemaze ku cejna Ekîto xwedî kûrahiyeke dîrokî û şaristanî ye. Cejana asîlzada ya ku ji hezaran salan ve tê pîrozkirin.  Em dibêjin ku naskirina pirrengiya civaka Sûriyeyê, jêdera hêzê ye. Paşguhkirina cejnên netewî li dijî bendên ragihandina destûrê ye ku pirrengiya kêmneteweyan û û çanda civaka Sûriyeyê biparêze.

Lewma em bang li serokatiya komarê dikin ku careke diin lîsteya cejnên netewî di ber çavan re derbas bikin, cejên Ekîto û Newroz wek cejnên nîştimanî dîsa bixe lîsteya cejnên netewî.

(şx)