Serkirdeyê Ensarullah: Ger were xwestin em ê destwerdana leşkerî bikin

Serkirdeyê koma Ensarullah diyar kir ku ger şerê li Rojhilata Navîn girantir bû ew ê destwerdana leşkerî bikin û piştevaniya Îranê bikin.

Serkirdeyê Ensarullah: Ger were xwestin em ê destwerdana leşkerî bikin
26 adar, 2026   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serkirdeyê Ensarullah (Hûsî) Ebdulmelik El Hûsî îro ragihand ku ger rêya şerê li Rojhilata Navîn pêwîst bike ew ê dudilî nebe ku gavên leşkerî bavêje û dilsoziya xwe ya ji bo Îranê li hember êrişên Amerîkî-Îsraîlî ya li dijî wê nîşan da.

Di axaftina xwe ya li ser televîzyona El Mesîra hate weşandin de El Hûsî got, "Em, wekî gelê Yemenê, dilsoziyê bi dilsoziyê diguherînin. Di krîza Yemenê de, tenê piştgirê fermî yê me Îran bû û di astek berfirehtir de, eksena berxwedanê."

El Hûsî da zanîn ku "Ez radigihînin ku em ê qet dudilî nebin ku erkê xwe yê Îslamî yê cîhadê di rêya Xwedê de li dijî zalimên serdema me, Cihûyên Siyonîst û baskê wan ê Amerîkî bi cîh bînin. Her pêşketinek di şer de ku helwestek leşkerî ferz bike, dê me bihêle ku em wê helwestê bigirin, wekî di gerên berê de."

(fr)