Şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê baregeheke leşkerî ya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kiriye. Hizbullah jî diyar kir ku kombûneke leşkerên Îsraîlê kir hedef.

Şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike
25 adar, 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê baregeheke leşkerî ya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kiriye. Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku êriş duh bi şev li dijî baregeha li herêma Meys El Cebel a li başûrê Lubnanê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de ev agahî hat parvekirin: " Derdora 15 moşekan ji Lubnanê ber bi baregeha artêşê ve hatin avêtin,  lê li herêmeke vekirî ketin û tu ziyan çênebûn."

Li gorî medyayên lubnanî jî, artêşa Îsraîlê vê sibehê li aliyê rojavayê bajarokê Meys El Cebel malek bombebaran kir.

Hizbullah ragihand ku li bajarokê Şihûr ê başûrê Lubnanê endamekî wê bi navê Mihemed El Zên hatiye kuştin, lê der barê kuştina wê de tu agahiyên zêde parve nekir.

Hizbullah di daxuyaniyekê de diyar kir ku wê vê sibehê bi moşek û obîsan li leşkerên Îsraîlê yên li girê Teyhat ê Lubnanê dan û ziyan çêbûne.

(bb)