Newroz û Mitînga Fînalê ya Agiriyê

Bi hezaran kesên ku di “Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê” hat lidarxistin de bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bal kişandin ser tecrîdê.

Newroz û Mitînga Fînalê ya Agiriyê
Newroz û Mitînga Fînalê ya Agiriyê
Newroz û Mitînga Fînalê ya Agiriyê
Newroz û Mitînga Fînalê ya Agiriyê
25 adar, 2024   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê li xaçerêya çaran a Agiriyê ya Bakûrê kurdistanê hat lidarxistin. Qada ku bi alên DEM Partiyê ve hat xemilandin, bi hezaran kes herikî qadê. Jin, ciwan û zarok bi cil û bergên kurdî qad xemilandin. 

Girse, ji du milan bi meşaleyan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Newroz” û bi pankartên “Azadiya min azadiya gelan e”, “Azadî xwe bi rêvebirinê dest pê dike”, “Heqîqet evîn e, evîn azadî ye” û “Rabe DEM hat” heta qada mitîngê meşiyan.

Bi hezaran kesên ku tevlî mitîngê bûn bi coşek mezin govend gerandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin dest pê kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Ûmût Dogrûel, Namzetê hevşaredariya Agiriyê Mehmet Akkûş, namzeta hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras, Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç, parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di mitinge de axivîn û bal kişan li ser pekrewanê Newrozê  di kesayeta Sema Yûce de Newroza hemû gelan pîroz kirin.

bal kişandin ser peyamên ku di mitîngan de hatine dayîn û 31’ê Adarê ku wê mizginiyek mezin bidin gele Kurd ji ber hemû bajarên Kurdistanê û metropolê hemû wek Agiriyê bi coş û kelecan bû û bi girseyî bû. Di 31’ê Adarê de gelê Agiriyê ji bo nivîsandina destanê amade ye. Gelê Agiriyê ji me re xwedî derketin û berxwedanê di her hilbijartinê daye nîşandan. Em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê. Dê gelê me hesabê ji van talankeran bipirse.”

Parlamentera DEM Partiyê yê Agiriyê Nejla Demîr jî da xuyakirin ku Newroz vejîn û berxwedan e û piştre peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend.

Piştre hûnermend Mizgîn Turan û Azad Bedran bi stranên xwe derketin ser dîkê.