Çeteyan bav revend, îşkence li zaroka wê kir

Kesên li Efrînê hatine bicihkirin îşkence li zarokekî kir, çeteyan jî  bavê wê revand.

Çeteyan bav revend, îşkence li zaroka wê kir
25 adar, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan,  ji kesên li gundê Kosa yê navçeya Raco ya Efrînê hatine bicihkirin de 3 kesan îşkence li zaroka  Kurd a bi navê Afaîd Şahîn Seydo (14) kir.

Şahidan diyar kirin ku çeteyên ’Feyelq 5’an’ bavê Afaîda, Şahîn Seydo ê ku keça xwe diparast revand.

Li Efrînê ya ji 2018’an de di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, qetilkirin, revandin, talankirî û wêrankirin dewam dikin.

13’ê Adara îsal de kesek ji Idlibê ku li Efrînê bi cih bûye, li zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Medê da. 16’ê Adarê jî kesên li herêmê hatine bicihirin bi kêran li welatiyê bi navê Şiyar Îbrahîm Werdê da. Şeva Newroza îsal jî welatiyê bi navê Heysem Cemîl Ehmed (34) kuştî li mala xwe ya li bajarê Efrînê hat dîtin.

(bb)

ANHA