Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike
21 ÇILE, 2024   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Yalnî, Seyade û Dendeniyê bi çekên giran topbaran dikin.

Li gorî navendê heta vê kêliyê topbaran berdewam e.

(fr)